Diyaloga Destûrê ya Yekem li Kobanîyê: Nasnameya Dewletê, Nasnameya Niştecihan e

Diyaloga Destûrê ya Yekem li Kobanîyê: Nasnameya Dewletê, Nasnameya Niştecihan e

Rêxistina Berçavê diyaloga xwe ya yekem der barê destûrê da, li Kobanîyê li dar xist, piştî ku şeş diyalog di qonaxa yekem da li dar xistibûn û kaxezeka lêkolînê der barê nerîn û hizirên niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê da, belav kiribû.

Zêdeyî 20 kesên endamên civaka sivîl, feminist, mafnas û endamên partîyan beşdar bûbûn, hin ji wan jî kesine xwedî bandoreka civakî bpn.

Endama Komîteya Destûrî Dr. Semîra Mibeyed ji Parîsê bi rêya Zoomê tev li civatê bû û nerîn bi beşdaran ra gengeşe kirin.

Mijara sereke di diyalogê da, gavên nû di proseya destûrî da û hêmanên avakirina bawerîyê bûn, her weha behsa mijara girtîyan bi berfirehî hate kirin, ku ev dosya li gor Mibeyed gerek e beşekî danûstendinan be, li gel ku danûstendina erênî bi vê dosyayê ra, bawerîyekê di nav alîyên Sûrîyayî da ava dike.

Mijara "Nasnameya Dewletê û Niştecihên wê" balkêş bû di diyalogê da, her weha pirsa ku gerek e Sûrîya piştî qonaxa damezrandinê çawa be. Xuya bû ku beşdar naxwazin nave Sûrîyayê bi ol an neteweyekê ve were girêdan, lê welatê hemû niştecihên xwe be, her weha gerek e beşekê derdora xwe be, li gel ku niştecihên wê hilgirên hemû şaristanîyên deverê ne.

Ev rûniştin ya yekem bû li Kobanîyê, weke qonaxa duyem a piştevanîya civaka navxweyî û rolên wê bû, hefteya bê jî rûniştina duyem li dar dikeve.

 

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin