Destpêka Diyaloga Vekirî ya Çarem
Diyaloga çarem ya vekirî ku ji hêla rêxistina Berçavê ya Geşepêdana Demokratîk û Ragihandinê ve, hatibû birêvebirin, li Hola Şînavê, li bajarê Dêrikê dest pê kir.
Di rûniştinê da, Dr. Samîra Mibeyed, endama Komîteya Destûrî, her weha hejmareka rewşnbîr û serokên partîyan û endamên civaka sivîl û rêxistinên femenîst, beşdar bûn, bi armanca tevlîkirina civaka navxweyî di nava proseya siyasî da.