Rûniştina Dawî der barê Destûrê da li Minbicê: Destûreka baş bêyî beşdarîya herkesî, tuneye

Rûniştina Dawî der barê Destûrê da li Minbicê: Destûreka baş bêyî beşdarîya herkesî, tuneye

Rêxistina Berçavê rûniştinên xwe der barê proseya destûrê da li Minbicê bi dawî kir. Berî wê jî, heft diyalogên din bi beşdarîya serkirdeyên civakî, mafnas, çalakvan û karmendên hikûmeta navxweyî, bi rê ve biribû.

Di rûniştinan de, naveroka û proseya destûrê û sedemên dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûryayê ji Komîteya Destûrê hatin gengeşekirin. Di rûniştina dawî da ya li Minbicê, du endamên Komîteya Destûrê ku xwedî cihekî giring in di nava rêxistinên sivîl û feminist de, beşdar bûn; Parêzer Fayiq Hiwêce û Sebah Helaq, Hiwêce di (El-Miwatena El-Mutesawiye) da çalak e û Helaq endama Encumena Şêwirmendîyê ya Jinane ye.

Her du endaman behsa rewşa proseyan destûrî û komîteyê, her weha giringîya bipêşveçûna karê komîteyê kir. Her du endamên destûrî xwe spart gotinên Şanderê Navneteweyî yê Taybet Geer Pederson û gengeşeyên ji hêla Civaka Nevdewletî vî tên encamdan. Her weha behsa egera lidarxistina gera destûrî ya şeşem di dawîya vê mehê û destpêka meha bê da kir.

Di rûniştina dawî da ya ku 22 kesên çalek ku sêyek ji wan jin bûn, gengeşeyên giring der barê proseya destorî û berpirsyarîtîya alîyên xwedî bandoreka siyasî li Sûrîyayê da hebû. Di pêşekîya daxwazên her du endaman da, bipêşveçûna komîteyê bi gelek gavan an bi encameka baş. Di pêşikîya daxwazên haziran da, sererastkirina proseyê bi rêya tevlîkirina alîyên birdûrxistî.

Xalên balkêş di rûniûtinên Minbicê da, pirrengîya beşdaran bû, ku serkirdeyên Ereb, Kurd, Turkmen û Çerkes hazir bûn, li gel hejmareka awareyan ji deverên hundirê Sûrîyatê.

Di rûniştinê de, axaftin li ser şaşîtîyên destûrên Sûrîyayî hate kirin, li gor beşdaran şaşîtî di hemû destûrên Sûrîyayî da hebûn, mînak; neteweyek di ser yeke din ra bû, tevlîkirina olê di mijara nasnameya dewletê û serokê wê da, paşguhkirina prensîpa cudakirina desthilatan, nebûna rola Dadgeha Destûrî û di ser ra jî belavkirina qanûnên sexte ji hêla Desteyên Qanûnnivîsînê yên ku nedihatin bicihanîn di dema ragihandina komîteyên destûrî da.

Diyalogên Berçavê li Minbic, Kobanî, Dêrik, Rimêlan û Hewlêrê hatine birêvebirin û di rojên bê da li Qamişloyê jî.

 

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin