Diyaloga civakî der barê destûrê da li Hewlêrê: Pirrengî nîşana destûreka dadmend

Diyaloga civakî der barê destûrê da li Hewlêrê: Pirrengî nîşana destûreka dadmend

Rêxistina Berçavê yekemîn rûniştina diyalogê li bajarê Hewlêrê li dar xist, piştî sê mehan ji bidawîkirina rûniştinan der barê proseya destûrî da, zehmetîyên danîna wê û prensîpên destûra biserkeftî û pirreng, her weha pirrengîya alîyên civakî û neteweyî li Sûrîyayê.

Zêdeyî 33 çalakvanan, ji parêzer, nûnerên partîyan, serkirdeyên civaka sivîl, çalakvanên feminist, mafnas û çalakvanên sivîl, di nava rûniştinê da bûn. Her weha, her du endamên kutleya civaka sivîl ya Komîteya Destûrî; Parêzer Fayiq Hiwêce û Dr. Semîra Mibeyed beşdar bûn. Di gel da, du mamostayên Zanîngehên Herêma Kurdistanê ku bi xwe ji xelkên Sûrîyayê ne.

Kaxeza Lêkolînê ya Berçavê di destpêka rûniştinê de hate nîqaş kirin û haziran teqezî li ser giringîya wê kir, her weha mijara çareserîya doza Kurdî û gerentîkirina mafên Kurdan beşekî mezin ji danûstendinan bûn. Piranîya diyalogê der bare cudakirina desthilatan, pûçbûyîna hin madeyên destûrê, prensîpên jor-destûrî û mijara azadîyê bûn. Li gel axaftina der barê nûnertîya kurdan û xelkên ji Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê da, di nava Komîteya Destûrî da.

Hejmarekê ji beşdaran rexne li mîkanîzm û destdanîna ji hêla grûpa Astanayê kir, hejmareka din dît ku mijar girêdayî kuteleya civaka sivîl di Komîteya Destûrî û rolên civaka sivîl da ye, bo çesipandina hevparî û diyalogê û avakirina hevsengîyê di naveroka diyalogê de, li gel dayîna giringîyê bi rola medyayê weke nîşaneka demokrasîyê. Ji lew re, hin bangewazî dibêjin gerek e ragihandina azad xwedî rol be di belavkirina diyaloga destûrî da, her weha cihê ragihandina azad bi rêya madeyên destûrî çesipandî be.

Ev rûniştin ya yekem bû, piştî sê rûniştinên destûrî li Hewlêrê, Rêxistina Berçavê jî dê rûniştinên xwe li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê berdewam bike.

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin