Du Rûniştinên Berçavê der barê Proseya Destûrê da
Rêxistina Berçavê du rûniştin li dû hev di her du rojên 23/24 vê mehê da, bi rê ve birin.
Rûniştin der barê proseya danîna destûrê û zehmetîyên wê da bû, tê da endamê Komîteya destûrî, dadwer Enwer Mecnî bi awayekî fîzîkî hazir bû û Dr. Semîra Mibeyed bi rêya Zoomê, her weha hejmareka nûnerên rêxistinên sivîl, rêxistinên femenîst, kesayetên akademîc, yên serbixwe û rewşenbîr beşdar bûn.