Diyaloga Berçavê ya Duyem li Kobanîyê: Gerek e Destûr Balê Bikişîne ser Niştecihan

Diyaloga Berçavê ya Duyem li Kobanîyê: Gerek e Destûr Balê Bikişîne ser Niştecihan

Rêxistina Berçavê diyaloga xwe ya duyem der barê destûrê da, li Kobanîyê bire serî. Di rûniştinê da, 16 beşdar ji endamên civaka sivîl, endamên Rêveberîya Xweser, endamên civaka sivîl û femenîstan beşdar bûn, li gel hejmareka parêzeran.

Endama Komîteya Destûrî Dr. Semîra Mibeyed jî beşdar bû, û behsa karê komîteyên, zehmetîyên kar, rewşa siyasî ya hundirî û derve der barê Sûrîyayê da û li asta civaka navdewletî kir.

Her weha, Mibeyed behsa Gotara Sûndê kir û hizirên ku Çînê anîne ziman, li gel ku hewldan bi biryara 2254 ya navneteweyî ra, ne hevseng in.

Di gengeşeyan da, behsa avabûyîna nasnameya Sûrîyayî hate kirin, Mibeyed got ku Dewlet bê nasname ye, nasnameya dewletê ya niştecihên wê ne, her weha gerek e nasnameya Sûrîyayê pirreng be.

Haziran jî anî ziman ku gerek e nasnameya Sûrîyayê derbirîneka pirrengîya niştecihên wê be, li gel ku gerek e di dema sazkirina destûrê da, were gotin ku "Sûrîya welatekî pirol u pirnetewe ye, tu ol an netewe ne di ser yeke din ra ye".

Ev rûniştin ya dawî bû li Kobanîyê, li gor pilanê hin rûniştinên din dê li Qamişlo, Minbic, Dêrik û Hewlêrê di nava hefteyên bê da, tên lidarxistin.

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin