Koma muzîk û hunerî ya Komeleya Civakî ya Efrînê beşdarî pîrozbahiya Newrozê dibe
Bi armanca vejandina folklora Efrînê li herêma Cizîrê, duh Duşemê, koma muzîk û hunerî ya “Cîay Lelon” a girêdayî Komeleya Civakî ya Efrînê beşdarî şahiya Newrozê ya ku li bajarokê Hîmo hate lidarxistin, bû.
Beşdariya koma muzîk û hunerî bi pêşkêşkirina çend stranên mîrata Efrînê pêk hat.
Stran ji aliyê temaşevanan ve bi başî hatin pêşwazîkirin.