Destpêka Projeya Lihevhatina Civakî
Rêxistina Hulm ya Geşepêdanê bi piştgirîya Rêxistina IMPACT destpêka projeya (Lihevhatina Civakî) radigihîne, armanca wê hilanîna nakokîyan di navbera dadwerîya eşîran û ya sivîl, her weha pêşkêşkirina qewîtî û hişmendîya qanûnî bo jinan.
Di projeya li gundewarê rojavayê Dêra Zorê da, 24 rûniştin dê ji hêla mafnasên pispor li dar bikevin.