Rahênan û avakirina karînên mamostayên xwebexş li Komeleya El-Diyarê
Komeleya El-Diyarê rahênan û avakirina karînên mamostayên xwebexş li komeleyê di dawî kir, bi armanca beşdarîya di belavkirina zanistê da û fêrkirina zarokên qurbanîyên cengê.
Di perwerdeyê da ev xal hatin dayîn:
- Siyaset û prensîpên parastina zarokan.
- Berpirsyarîtî û rengên xirabîya li dijî zarokan.
- Piştgirîya derûnî û civakî û şêwazên wê.
- Peramîda Maslo
- Pêşketina derûnî û civakî bo zarokan
- Perwerdeya BLN
- Birêvebirina kêsê û prensîpên birêvebirina agahîyan.
- Birêvebirina kêsê û berjewendîya zarokan.
- Gengeşekirina hin kêsan
- Jêhatinên danêstendina çalak bo piştgirê derûnî û karê serkeftî di nava tîmê da.
- Şêwazên dersdayînê di kirîzan da.