Der barê biryara Neteweyên Yekbûyî ya Rewşa Mafên Mirovan li Sûrîyayê, gera şêst û heftan da

Der barê biryara Neteweyên Yekbûyî ya Rewşa Mafên Mirovan li Sûrîyayê, gera şêst û heftan da

Di her du salên borî da, hevgirtinên qurbanîyan û malbatên wan (lînkên wan li ser malperên civaka sivîl) Belgenameya Rastî û Dadmendî di sibata 2021ê de derxist, tê da nerîneka hevbeş ya karê li ser dozên windabûna bizorê, girtina ketober û îşkenceya li Sûrîyayê, heye. Belgename ya yekem e di çarçoveya rewşa Sûrîyayê da, nerîneka gişgir ji rêxistinên qurbanîyên Sûrîyayî û malbatên wan tê da heye, bi armanca pêşkêşkirina çarçoveyeka giştî ji karê li ser dozên qurbanîyan.

Piştî nerînên erênî der barê belgenameyê da, her weha karê danîna çareyan, me xwendinek der barê şiyana avakirina mîkanîzmayeka navdewletî ya mirovî bo eşkerekirina çarenûsa windayên bizorê.

Di gera şêst û heftan da ya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, civaka navdewletî pêşwazî li pêşniyara rêxistinên qurbanîyên Sûrîyayî kir û ji Emîndarê giştî hate xwestin ku tedbîr û mîkanîzman bixwîne bo zelalkirina çarenûs û cihê windayan li Sûrîyayê were zelalkirin her weha naskirina nasnameyên xwedîyên terman û piştgirîya malbatên wan, bi rêya xalên 63,63,65. Her weha biryar doza "beşdarîya tekûz û bibandor bo qurbanîyan û malbatên wan bi hevkarîya di gel alîyên çalak yên pêwendîdar da" dike.

Rêxistinên qurbanîyan pêşwazîyê li biryarê dikin û li ser giringîya wê teqez dikin, ku di encamê da dê qezencên avakirina mîkanîzmaya eşkerekirina çarenûsê bo pêşeroja Sûrîyayê nîşan bike. Her weha li ser giringîya gavê teqez dikin weke gaveka yekemîn a rêya peydakirina dadmendîyê bo girtîyan û malbatên wan. Her pênc rêxistinên me xwe ji çûyîna Genevayê dike bo dîtina nûnerê Neteweyê Yekbûyî yên têkildarî birayarê dike, bo dîtina şêwazê herî baş yê bicihanîna biryarê.

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin