Nexweşxaneya El-Farabî di mehên Adar û Nîsanê de 12 hezar derman kirin

Nexweşxaneya El-Farabî di mehên Adar û Nîsanê de 12 hezar derman kirin

Di mehên Adar û Nîsanê de zêdetirî 12 hezar sûdmend li Nexweşxaneya El-Farabî tedawî dîtin.
Demek kin piştî destpêkirina wê ya nû Sibata borî, Nexweşxaneya El-Farabî şahidê zêdebûnek domdar di hejmara nexweşan de ye, ku di Adara borî de gihîşt asta herî bilind, bi dora 6,848 sûdmendan, ku di meha Nîsanê de gihîşt 5,234.
Xizmetên pêşkêşkirî di navbera neştergeriyên mezin û yên biçûk de cûda bûn, di heman demê de di nav du mehên borî de 730 zarokên nû di nexweşxaneya El-Farabî de di navbera zayîna xwezayî û sezarî de hatin dinyayê.
Her wiha li nexweşxaneyê reçeteyên dermanan, analîz û rontgenê bêpere tê dayîn.Herwiha di nexweşxaneyê de beşên zarok û zarokên nûbûyî jî hene.Herwiha li nexweşxaneyê bi şev û roj xizmetên ambûlansê yên daîmî pêşkêş dikin.Di nexweşxaneyê de laboratuar, dermanxane û bankek xwînê.

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin