Workşop bo Karmendên Pizîşkîyê
Rêxistina Dest bi Dest bo Hawarçûn û Geşepêdanê, hejmareka rahênanan bo 40 karmendên di warê pizîşkîyê da, yên li Nexweşxaneyên Armenaz û Kifer Tixarîm, pêşkêş kir, da ku asta karê wan a pizîşkî bilind bibe.
Karmend li ser protokolên nû yên ku Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanî WHO xwe dispêre wan, hatin perwerdekirin.
Perwerde bi vî awayî hatin dabeşkirin:
- Perwerdekirina pizîşk û pîrikan li ser awayên vejandina zarokan.
- Perwerdekirina pizîşk û perîstaran li ser piştgirîya dil.
- Perwerdekirina li ser nexweşîyên neveguhêz bo pizîşk û perîstaran.
Ev proje bi piştgirîya Wezareta Derve ya Alman û hevkarîya li gel Rêxistina Malteser International - Hilfe weltweit ya Alman e.