Workşopa Qanûnî ya Projeya Eswatunayê

Workşopa Qanûnî ya Projeya Eswatunayê

Di 27 û 28ê berfanbarê da, workşopa qanûnî ya projeya Eswatunayê hate lidarxistin, ji 6ê sibê heta 4:30ê esirê li gel mamosta Besma Mihemed.

Di workşopê da ev mijar hatin şirovekirin:

Qanûna Navdewletî ya Mafên Mirovan
Qanûna Navdewletî ya Mirovî
Di roja pêşîn da mijarên gişgir hatin behskirin der barê qanûna navdewletî ya mafên mirovan li gel dîroka danîna qanûnê, her weha agahîyên der barê hevpeymanan hatin parvekirin.

Di workşopê da, vîdyoyên van mijaran hatin nîşandan û nerîn hatin stendin.

Di roja duyem da, Agahîyên der barê qanûna navdewletî ya mirovî da hatin parvekirin li gel nasîna pîvanan her weha hin mînakên tawanên navdewletî.

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin