SEMA nûkirina beşa neştergerîyan li Nexweşxaneya Êdlêbê bi dawî dike

SEMA nûkirina beşa neştergerîyan li Nexweşxaneya Êdlêbê bi dawî dike

SEMA nûkirina beşa neştergerîyan li Nexweşxaneya Êdlêbê bi dawî dike.

Hevgirtina Pizîşkî ya Koçberên Sûrîyayî SEMA, beşa neştergerîyê ya nû li nexweşxaneya Êdlêbê, piştî bidawîkirina çaksazîyê, vekir. Her weha odeyeka neştergerîyan ya awarte vekir, di beşa nû da (6) odeyên neştergerîyan bi dawî dibin.

Dr. Ehmed Samir El-iş, serokê cîbicîkar yê hevgirtinê di vekirinê da got: SEMA ji nû ve ev ode li gor prensîpên cîhanî ava kiriye, da ku serê her karmendê tendirustîyê pê bilind be. Beşa neştergerîyan ji 6 odeyên li gor sîstemên modern pêk tê, da ku êşa biraderên me li Bakurê Sûrîyayê sivik bike.

Dr. Salim Ebdan, birêveberê Tendirustîya Êdlêbê got: Em spasîya braderên me yên rêxistina SEMAyê dikin, bi rêya karê wan kwalîteya karê nexweşxaneyê bilind dibe.

Ji sala 2011an ve, SEMA derdora 250.000 neştergerîyê çêkiriye, di nava 10 salên şerê Sûrîyayê da, Nexweşxaneya Êdlêbê jî gelek pêşketin bi dest xistine.

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin