Bidawîkirina Rêzeworkşopên Amadekirin û Berhemdayîna Vîdyoya Hevpar
Rêzeworkşopên Amadekirin û Berhemdayîna Vîdyoya Hevpar bi beşdarîya karmendên rêxistinên mirovî û yên komeleyên xêrxwaz yên navxweyî di warê ragihandinê da, li Bakurrojavayê Sûrîyayê, bi dawî bûn.
Sê qonaxên workşopê bûn, ji nav wan montaja li ser programa Adobe Premiere û şirovekirina konsêpta vîdyoya hevpar û teknîkên wê.
Ev workşop bo karmendên di warê ragihandin û rêxistinên ne hikûmî da giring in, ji alîyekî ve karînên wan ava dibin, rêbazên amadekirina çîrokan li bal wan nû dibe û rê li ber civakê vedibe ku çîrokên xwe li asteka berfireh û bi kwalîtîyek bilindtir, belav bike.