Berpirsê/a Avakirina Karînan
Kar û berpirsiyariyên sereke:
1. Pêkanîna nirxandina pêwîstî û derfetên rahênanê bi sûdmendan re di bin sernavên cuda û bi şêweyên cuda (perwerdekirina rahêneran, fêrbûna dûr, platformên serhêl) bi hemahengî ligel hevrêzkarê bernameyê li hundirê Sûriyê.
2. Sêwirandin, amadekirin û pêdaçûna materyal û amûrên perwerdeyê.
3. Amadekirina pilaneke avakirina şiyana hevkarên Beytna li hundirê Sûriyê bi hevkarî ligel tîma şopandin û nirxandinê di bin çavdêriya birêveberê pirojeyê de.
4. Piştgiriya pêşxistina stratejiya Beytna û pêşniyarkirina destwerdanên nû ji bo karkirina li hundir û derveyî Sûriyê.
5. Beşdarî hilbijartina rahêner, hêsankar û pisporan bi rêya pêkanîna hevpeyvînan bi wan re, belgekirina wan û şopandina rêkarên pêwîst ji bo temamkirina proseya girêbestê bi hemahengî ligel hevrêzkarê bernameyê di bin çavdêriya birêveberê pirojeyê de.
Çawa serîlêdanê:
Ji kerema xwe CV-ya xwe ji navnîşana posteyê ya jêrîn re bişînin: jobs@baytna.org
Di mijara e-nameyê de sernavê pozîsyonê "Berpirsiyarê Avakirina Kapasîteyê" danîn