Rapora Dawî ya Foruma Aborî ya TEVN 2022

Li jêr bi erebî bixwînin

Rewşa aborî li Sûriyê rastî xirabûneke nedîtî tê, ji ber ku şewba Kovîd-19 nîşan da ku tu sazî bi serê xwe nikare kêşeyên aborî, jîngehî, civakî û teknolojîk çareser bike. Şewba bi serê xwe ne sedema sereke ya xirabûna rewşa aborî bû, sedem gelek in û hemû jî bi şerê li Sûriyê ve girêdayî ne, ku tê de nakokî û hevbendiya siyasî li Sûriyê roleke mezin di têkdana bingehên aborî de lîst. li bakur û rojhilatê Sûriyê, ji bilî dorpêça ferzkirî ji ber nebûna ti dergehên fermî, nemaze piştî girtina deriyê Yerubiyê, ziwabûn, guhertina avhewayê û nebûna stratejiyeke demdirêj roleke mezin lîstin. di xerabûna aborî de. Ev û faktorên din bûn sedema kêmbûn û lawazbûneke berçav di xizmetguzariyên seretayî yên wek elektrîk û avê de, ji bilî kêmbûna tund a tiştên sereke wek nan û şekir.

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin