Di daxuyaniyekê de revandin û îşkencekirina jinek ji Humsê ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hat şermezarkirin

Di daxuyaniyekê de revandin û îşkencekirina jinek ji Humsê ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hat şermezarkirin

Parîs - Daxuyaniya Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan:
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku jinek ji gundê Halat a girêdayî bajarokê Til Kelaxê li gundewarê Humsê yê bakur, di 1ê Hezîrana 2022an de ji aliyê girûpeke girêdayî Hêzên Berevaniya Niştimanî ya hêzên rêjîma Sûriyê ve hat revandin. diçû cihê karê xwe li zeviyeke çandiniyê li bajarê Telbîse li gundewarê bakurê Humsê.
Ew birin navendeke pijîşkî, û di raporta pizîşkî de hat diyar kirin ku ew rastî îşkence û destavêtinê hatiye, Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan gelek agahî û hûrgilî derbarê vê bûyera hovane de kom kirine, û me karî du ji encamderên wê tawanê nas bikin. ku yek ji wan serkirde ye û yê din jî endamê hêzên parastina niştimanî ye.
Hêzên Rêjîma Sûrî bi awayekî sîstematîk tundûtûjîya seksî wek alaveke bibandor ji îşkenceyê re, yan jî wek şêweyekî cezakirinê, û ji bo belavkirina tirs û heqaretê di civakê de, wek ku di gelek rewşan de li ser paşerojeke mezhebî yan tolhildanê dihat kirin, û desthilatî da endamên wê bê astengkirin û cezakirin, nemaze li deverên ku şahidê tevgereke dijî rejîmê bûn an ne di bin kontrola wê de bûn, ku tê wateya erêkirina nepenî ya efserên pilebilind ên rasterast ji van hêman û koman re. Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ji Adara 2011an heta Adara 2022an herî kêm 8013 bûyerên tundiya cinsî li dijî jinan li ser destê hêzên rêjîma Sûriyê tomar kirine.
Tora Sûrî ya Mafên Mirov her cure tundiya seksî û eşkencekirina ku ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve tên kirin şermezar dike, yasayên navdewletî bi temamî hemû şêweyên tundûtûjiya seksî qedexe dike, û hemû şêweyên tundûtûjiya li ser jinan, di nav de tundiya laşî û derûnî, weke binpêkirina mafên mirovan û azadiyên bingehîn.
Daxwaza pabendbûna bi biryarên Encûmena Ewlekariyê yên girêdayî şerê Sûriyê û biryarên Encûmena Ewlekariyê yên girêdayî rola aliyên şer di parastina jinan ji tundûtûjiya zayendî, û rêzgirtin ji rola jinan di beşdarbûna di warên cuda yên siyasî û civakî de, Bi taybetî 1325, 1820, 1889, 1960, 2122, 2467. Û girtina hemû tedbîrên yasayî, siyasî û darayî li dijî rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê.

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin