Daxuyanîya Roja Jinan ya Cîhanî 2022

Daxuyanîya Roja Jinan ya Cîhanî 2022

Roja cîhanî ya jinan derfeteka salane ye bo bibîranîna dûrbûna rêxistinên siyasî û qanûnî û civakî û exlaqî li hemû deverên dunyayê ji lixwegirtina qanûnên pêwîst yên azadkirina jinê û bihêzkirina wê ya civakî û aborî û peydakirina derfetên wekhev da ku roleka wê ya sereke di birêvebirina dewlet û civakan de hebe.

 

Jinên Sûrîyayî êşa cengê dîtine û hîn jî êşa encamên wê dikişînin, çi yên di zindanan da bin an zehmetîyên aborî û civakî dikişînin. Alîyên şer li Sûrîyayê, di serê wan da rêjîma Sûrîyayî, hemû cûreyên binpêkirinan li dijî jinan bi cih anîne, bi vê boneyê em windakirina hevkarên xwe, Rezan Zeytûne û Semîra El-Xelîl ji hêla Ceyş El-Îslam, bibîr tînin, cihê mixabinîyê ye ku ta nuha ev binpêkirin berdewam dikin ji ber serwerîya reva ji sezayê û berdewamîya kontrola mejîyê nêr li ser hemû alîyên aborî, civakî, siyasî û çandî.

Hun dikarin temama daxuyanîyê bi her zimanên Erebî û Îngilîzî bixwînin.

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin