Daxuyanîya Tora Jina Sûrîyayî (Şems) ya kampanîya 16 rojên dijatîya tundîya li ser jinan

Daxuyanîya Tora Jina Sûrîyayî (Şems) ya kampanîya 16 rojên dijatîya tundîya li ser jinan

Di bîranîna 31ê da ya destpêka roja cîhanî ya dijatîya tundîya li ser jinê

Çalakîyên 16 rojên dijatîya tundîya li ser jinê yên îsal, bale dikişînin ser tundîya dîcîtalî, ya ku taybetmendîya jinê, serxwebûna wê ya di ware laşê wê da û mafên wê binpê dike, li gel teqezîya li ser bandorên vê tundîyê yên ku bi derketina ji înternetê bi dawî nabin.

Mafê jin û keçan e ku li her derê ewle bin, di nav da jî li ser înternetê.

Di nava 16 rojên bê da, Tora Jina Sûrîyayî Şems, tev li xebatên rêxistin û çalakvanên feminist li cîhanê dibe, ji bo rawestandina tundîya li ser jin û keçan bi hemû cûreyên xwe, her weha doza:

  1. Berdana hemû girtîyan û eşkerekirina çarenûsa windayan.
  2. Diyarkirina ku tundîya cinsî ya ku ji hêla alîyên şer ve dibe, tawaneka dijî mirovahîyê ye.
  3. Lixwegirtina pilaneka neteweyî bo nirxandin û çareserkirina bandora neyînî ya şeran li ser jin û keçan li gor birayara 1325 ya sala 2000.
  4. Pêkanîna wekhevîya di nav her du zayendan da di destûr û qanûnê da.
  5. Kişandina têbênîyên li ser Hevpeymana Tunekirina Hemû Cûreyên Cudakirinê êo dijî jinê.
  6. Derxistina Qanûnên tawankirina tundîya dîcîtalî, yak u li ser cûreyê civakî ava dibe.
  7. Derxistina qanûnên tawankirina tundîta malbatî.
  8. Bişûndekirina madeya 192, 508 ji qanûna cezayan ya Sûrîyayî ya ku zindankirina tawankeran di tawanên destdirêjîyê û yên cinsî da kêm dike û rê dide kuştina jinan.
  9. Bişûndekirina madeya 18 ji qanûna rewşên kesane bo tunekirina hemû cûreyên zewaca zarokan.
  10. Sererastkirina Qanûna Nasnameyê (276/1969) da ku jin mêr bi yeksanî karibin nasnameyê bigirin û bidin.
  11. Tunekirina cudakirina li dijî jinan di qanona cazayan.
  12. Peydakirina cihên ewle bo jinên ku tundî dîtine û piştgirîya rêxistinên feminist yên ku wan cihan peyda dikin.
  13. Peydakirina xizmetên qanûnî, civakî û derûnî bo jinên ku rastî tundîyê hatine.
  14. Çêkirina malan bo jinên bi zarok bi serperştîya dewletê û mêr kirîya wan bide.
  15. Çêkirina sindoqa debara jinê û zarokan.

Bi vê boneyê, Tora Jinên Sûrîyayî ji çalakvanên feminist dixwaze ku ew jî bo tunekirina tundîya dicîtalî kar bikin û daxwazên jinên Sûrîyayî yên dadmendî û azadî û rûmetê bi cih bînin, her weha ku çalakîyên bo jinan di hemû rojên sale da bin.

26 Cotmeha 2021

 

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin