Daxuyanîyeka Hevbeş: Parastina koçberan erkekê qanûnî, exlaqî û mirovî ye

Daxuyanîyeka Hevbeş: Parastina koçberan erkekê qanûnî, exlaqî û mirovî ye

Parastina koçberan erkekê qanûnî, exlaqî û mirovî ye

 

Sûriye ne cihekî ewle ye ji bo vegera penaberan û dersînorkirina wan ji bo Sûrîyayê binpêkirineke mezin a mafên mirovan e

 

Desthilatdarên Tirkiyê berî nuha hejmarek ji penaberên Sûrîyayî vegerandibûn bo bakur û bakurê rojavayê Sûrîyayê, bi sedema nebûna kaxezên niştecihbûna qanûnî, yan binpêkirina qanûnên Tirkiyê, li ser bingeha qanûna jimar 6488 ya biyaniyan û parastina navdewletî. Xala 54, xala yekem, xala (D) ya ku ji bo dersînorkirina kesên ku sîstema giştî û asayîşa giştî li Tirkiyeyê binpê dikin tê derxistin.

Ev du hefte bûn mijara girtina rojnamevanê Sûrîyayî Ebdil Mecîd ElŞema belav bû, ku bi navê Majed El-Şema jî tê naskirin, (pêşkêşkerê bernameya "Sûryelî Pop", ku li ser televîzyona Orient tê weşandin û nêrînên Sûrîyayî li ser mijarên jiyanê li Tirkyayê vediguhêze) û ji bo amadekarîya dersînorkirina wî veguhestin navendeke dersînorkirinê li bajarê Gazî Entapê. Belam dijrabûna ku parêzerê rojnamevan El-Şema pêşkêşî dadweriya îdarî ya Tirkiyayê kiribû, pêkanîna proseya dersînorkirinê rawestandibû, ku eger bibûya dê jiyana wî biketa metirsîyê da.

Desthilatdarên Tirkiyayê jî berî nuha hejmareka penaberên Sûrîyayî, koçber û wergirên parastina demkî dersînor kiribûn, di demên cuda da û ji ber sedemên cuda, tevî daxuyanîyên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di Tebaxa borî da, ku teqez kiribû penaberên Sûrîyayî “ di bin parastina demkî da ne û birayên gelê Tirk in."

 

Desthilatdarên Danîmarkî her wiha dest bi rêkarên girtina hejmareka koçberên Sûrîyayî û wergirên parastina demkî, li navendên dersînorkirinê kiriye, ji bo amadekirina dersînorkirina wan, piştî biryara kişandina destûrên wan ên rûniûtina li Danîmarkayê. Desthilatdarên Danîmarkî bi behaneya ku wan daxwaza koçberîyê kiriye ji ber ku ji navçeyên ne ewle yên nakok direvin, lê Danîmarka îro dibîne ku bajarê Şamê û derdora wê ewle bûye û ji ber vê yekê penaberên Sûriyê dikarin vegerin wî bajarî.

Hikûmetên Komara Tirkîyayê û Qiraliyeta Danîmarkayê bi tedbîrên xwe yên keyfî, guh nadin rastîyê ku Sûrîyayî ji ber binpêkirinên giran ên ku li dijî wan tên kirin, çi ji aliyê hikûmeta Sûrîyayê ve, çi ji desthilatdarên de fakto ve, neçar dimînin ku dev ji welatê xwe berdin, ji ber zext, girtina keyfî, îşkence, kuştin, windakirina bi zorê; Ji ber ku binpêkirinên giran ên mafên mirovan ji hemû alîyan ve tên kirin.

 

Hikûmetên Tirkiye û Danîmarka guh nadin hemû raporên rêxistinên mafên mirovan li ser rewşa mafên mirovan li Sûrîyê, di nav wan da raporta “Tu Diçî Bimirî” ya Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amnesty International, ku bi belge dike ku kesên vegeriyane Sûriyê rastî binpêkirina heta mirinê hatine, an girtina wan a keyfî; Ji bilî nakokîya wê ya eşkere bi biryarên navneteweyî ra ku bi eşkere dîyar dikin Sûrîya hîn jî welatekî ne ewle ye ji bo vegera penaberan; Mînak di raporta Komîsyona Lêpirsînê ya Navdewletî ya der barê Sûrîyayê da ku di 14ê Îlona 2021ê da derketiye, û biryara Encûmena Mafên Mirovan 84/15 a 15ê Cotmeha 2021an, ku bi awayekî eşkere di xala sêzdehan da hatiye gotin ku Sûrîya “Ew hîn jîngeheke ewle ji bo vegera mayînde û bi rûmet a penaberan peyda nake.”

Kiryarên Hikûmetên Tirkîya û Danîmarkayê binpêkirina erkên wan ên navneteweyî ye ku penaberan venegerînin cihên ku lê di bin metirsîya çewsandin û tundiyê da bin, ji ber ku ew prensîba nevegerandinê binpê dikin û li dijî armanca peymanê ne. peymana navneteweyî ji bo parastina kesayetîya mirovî, û naskirina rûmeta xwerû û mafên wekhev ên hemû endamên malbata mirovahîyê ye. Ew her weha berpirsiyarîyên xwe yên peymanê di her yek ji peymanên navneteweyî yên jêrîn da binpê dikin:

  1. Peymana Cîhanî ya Mafên Mirovan, bi taybetî Xala 14, Xala 1.
  2. Benda 3 yan Peymana Navneteweyî ya li dijî Îşkence û danûstendinên nemirovane û biçûkxistinê.
  3. Benda 16 a Peymana Navneteweyî ya Parastina Hemû Kesan ji Windakirina Bi darê zorê.
  4. Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan ku biryara Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan destnîşan dike, û biryara dadgehê ya 14ê Îlona 2021ê, ku bi awayekî eşkere dibêje, nabe tu Sûrîyayî bo Sûrîyayê were vegerandin, ne niha, ne di demeke nêzîk da.

 

Peymannameya Navdewletî ya Mafên Mirovan û rêgezên qanûna navneteweyî, parastina mafê jiyanê yê pîroz ji bo her mirovî garantî kiriye. ku di bin tu behaneyên qanûnî da nayên rewakirin. Ji alîyê xwe ve sazî û rêxistinên ku ev daxuyanî îmze kirine:

  • Tedbîrên keyfî yên hikûmetên Danîmarka û Tirkîyayê li dijî penaber û penaxwazên Sûrîyayî bi tundî şermezar dikin, ji ber ku ew binpêkirina qanûnên navdewletî û binpêkirina mafên bingehîn ên mirovî ne, ji ber ku jiyana wan dixe metirsiyê da dema wan dersînorî Sûrîyayê dike.
  • Ew bang li hemû rêxistinên mafên mirovan yên Ewropî dike ku dozeka lezgîn li ber Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan vekin da ku tedbîrên Danîmarkî nerazî bikin, û ji bo kesên ku ji van tedbîrên keyfî bandor bûne, mafê xwe bixwazin.
  • Bang li Rêxistinên mafên mirovan ên Tirkîyayê dikin ku li dijî tedbîrên dersînorkirina Tirkiyê li ber dadgeha îdarî rabin, ji ber ku ew Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan bin pê dike.
  • Bang li Komîsyona Ewropî dikin ku zexta siyasî ya herî zêde li ser hukûmeta Danîmarka bike ku tedbîrên tecrîdê yên li dijî penaberan rawestîne; Her wiha bang li wê dike ku bi hikûmetên din ên Ewropî ra kar bike ji bo wergirtina penaberên ku Danîmarka dixwaze wan dersînor bike, ji bo parastina jiyana wan, û parastina qanûnên navdewletî, yên ku welatên Ewropî ji yasayên wan ên çêkirî bilindtir dibînin, bi taybetî der barê rêzgirtina qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî.
  • Daxwazê ji komisyona Ewropî dikin ku pêdaçûn li peymanên ku bi Tirkîyayê ra der barê penaberên Sûrîyî da hatine encamdan were kirin, ku tê da gotarên zelal ên ku hatine temamkirin, der bare qedexeya vegerandina Sûrîyayîyan hene, her weha lêpirsîna di îdayên mecbûrkirina girtîyên navendên dersînorkirinê bo îmzekirina kaxezên vegerê.

Rêxistinên Îmzeker:

Impunity Watch

Sûrîyayîyên bo Rastî û Dadmendîyê

Jena Weten

Dewletî

Hevgirtina Parêzerên Sûrîyayî

Rêxistina Mafên Mirovan li Sûrîyayê – MAF

Beytuna

Dezgeha Fraternity ya Mafên Mirovan FFHR

Dezgeha LCDHR

Hevgirtina Malbatên Caesarê

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê

 

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin