Bidawîkirina karên hazirîya baranê bo 1114 konan li 11 kampan
Ji bo sînorkirina ziyanên baranê li ser kampên penaberan li bakurrojavayê Sûrîyayê, Rêxistina Endezyarên Sûrîyayî ya Avakirin û Geşepêdanê SECD karê hazirîya baranê yê 1114 konan li 11 kampan li deverên Cebel Semian û Cisr EL-Şuxûrê bi dawî kir.
Tora ava baranê bi dirêjahîya 8700 mitran hate avakirin her weha rêyên bi dirêjahîya 9400 mitran hatin çakkirin.
Hejmara qezencgirên projeyê gihaşte 20682 kesan