Serdana Komeleya Civakî ya Efrînê ji bo Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Qamişlo

Serdana Komeleya Civakî ya Efrînê ji bo Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Qamişlo

Endamên Komeleya Civakî ya Efrînê serdana Pêşangeha Pirtûkên Kurdî kirin.
Di çarçoveya pêşangeha pirtûkên Kurdî de ku ji aliyê Rêveberiya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve bi boneya roja zimanê Kurdî bi beşdariya 10 hezar pirtûkan hate lidarxistin, şandeke Encûmena Giştî ya Komeleya Civakî ya Efrînê. Sêşemê serdana Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo kir.
Di vê serdanê de şanda mêvan ligel kesayetiyên çandî, wêjeyî û rewşenbîrî civiyan û daxwaz ji wan kirin ku daxistina nirxê pirtûkan bi taybetî ji bo xwendekaran berdewam bikin da ku ji bo handana xwendinê piştgirî bidin wan.

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin