Li Salqînê rêyên sereke, yên duyemîn û yên çandiniyê hatin sererastkirin

Li Salqînê rêyên sereke, yên duyemîn û yên çandiniyê hatin sererastkirin

Hemû top, balafirên şer û teqînên ku di 12 salên borî de li Sûriyê rûdan, ne tenê demkî bûn, lê hemû mal, rê û taxên Sûriyê şahidiya wan dikin, û bandora wan ji holê ranabe, heya ku tiştê wêrankirî neyê vegerandin.
Alîkarî û geşepêdana Îhsan ku yek ji bernameyên Foruma Sûriyê ye, kar dike ji bo nûjenkirina rêyên sereke, duyemîn û çandiniyê li bajarê Salqînê, ji bo hêsankirina jiyanê ji xelkê re û vegerandina spehîtiya bajarê ku ji ber şer di bin siya xwe de maye.
Ekîbên ÎhsanRDê kar li ser çakkirin û nûjenkirina riyên sereke yên bajarê Salqînê bi dirêjiya 2320 metre, li gel hin riyên din ên duyem, herwiha çakkirina hin riyên çandiniyê yên bajêr bi dirêjiya 2300 metre kirin. .
Di heyama bê de dê kar ji bo sererastkirina hin riyên din ên sereke ku dê bigihêje 2350 metreyan, bi asfaltkirina hin riyên nav taxên niştecihbûnê bi dirêjahiya 685 metreyan were kirin.
Bajarê Salqînê ne tenê yê ku hatiye bandor kirin, lê bi sedên bajarên Sûriyê hene ku pêwîstiya wan bi hewl û xebatê heye ji bo vegerandina rê û dezgehên xwe yên giştî ji bo ku ew bi rastî bijîn.

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin