Ji bo zarokên kampa Mahmûdlî çalakiyên bêhnvedanê
Navenda "Reqa" ya Meclisa Jinên Sûriyeyê, bi armanca ku kêf û şahiyê bixe dilê zarokên piştî azarên koçberî û koçberiyê, îro Şemiyê 18ê Hezîranê, çalakiyên curbicur ji bo zarokên kampa Mehmûdlî li dar xist. ku tê de xêzkirin, pêşbirk, stran û çalakiyên din hebûn.