Hişyarî ji bo girtina tedbîrên pêşîlêgirtinê û qaîdeyên ewlehiya tenduristiyê
Li ser bingeha dilgiraniya Rêxistina Masar ji bo Çalakî û Pêşkeftina Mirovî ya ji bo ewlekariya xelkê li bakurê Sûriyê û ji bo pêzanîna berpirsiyariya li hember grûpên xizan, rêxistinê bang li xelkê dike ku pabendî rêgezên ewlekariya tenduristiyê û tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina li Vîrûsa Koronayê, piştî hejmara zêde ya tûşbûyan û belavbûna wê dîsan, bi hêviya ewlehî û saxlemiyê ji bo hemû kesan.