Komela Civakî ya Efrînê mertalê rûmetê dide Şîrketa El-Hesen
Îro Sêşemê endamên Meclisa Giştî ya Komeleya Civakî ya Efrînê serdana navenda Kompanyayên El-Hesen a li taxa alsyahî kirin û bi xwediyê wê birêz Ehmed Neqar re hevdîtin kirin.
Di serdanê de, komeleyê mertalekî fexrî pêşkêşî birêz Ehmed Neqar kir, ji bo spas û slav ji bo xebatên wî yên di xizmeta gelê Efrînê yên li herêma Cizîrê dijîn.