Şandeke Rêveberiya Xweser a Efrînê serdana Komeleya Civakî ya Efrînê kir

Şandeke Rêveberiya Xweser a Efrînê serdana Komeleya Civakî ya Efrînê kir

Şandeke Rêveberiya Xweser a Efrînê serdana navenda Komeleya Civakî ya Efrînê li bajarê Qamişlo kir.
Şanda mêhvan ji serokatiya hevbeş a kantona Efrînê "Zuluxbekir", cîgirê serokatiya hevbeş a kantona Efrînê "Mihemed Ebdo" û cîgirê serokatiya hevbeş a kantona Şahba "Ismaîl Mûsa" pêk dihat.
Gotûbêj li ser rewşa koçberên Efrînê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û herêma Cizîrê bi taybetî hate kirin. Gotûbêj li ser girîngiya damezrandina komeleyê û rola wê di çareserkirina pirsgirêkên civakî yên şêniyên Efrînê û pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst ji wan re, her wiha pêwîstiya danîna peywendiyan di navbera kantona Şehba û komeleyê de, û rêyên çareseriyê ji bo hêsankirina çûnûhatina koçberên kantona Şehba li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin