Panêlek der barê rola jinan di avakirina civakê da û karê wê siyasî
Jinên gundewarên rojavayê Dêra Zorê beşdarî rûniştina diyalogê ya li ser rola jinan di mezinkirina civakê de, pêkanîna xebatên siyasî û çawaniya bidestxistina mafên xwe bûn. Rûniştin di çarçoveya Projeya Lihevkirina Civakê de, ji aliyê Rêxistina Xewna Pêşketinê ve hat lidarxistin û astengiyên ku jin bi taybet beşdarî jiyana giştî û siyasî nabin, hatin nîqaşkirin. Ev dewre di nav 6 rûniştinan de ye ku rêxistin dixwaze bi beşdariya 36 jinên ji beşên cuda yên civakê pêk bîne.