Mîsyon:
Start Point di wê baweriyê de ye ku bilindkirina hişmendiya civakî di derbarê mijarên mafên mirovan de li Sûriyê ji bo saxkirina mexdûrên binpêkirinan û her weha zindîbûna civaka sivîl li deverê pir girîng e. Em li ser cûrbecûr bernameyên lêkolîn, hişmendî, parêzvanî û piştgiriyê dixebitin da ku mebestên xwe pêşve bixin. Em bawer dikin ku sekinandina li ser saxbûna mexdûrên binpêkirinan û peydakirina piştgiriya pêwîst a psîko-civakî gava yekem a girîng e ji bo avakirina wekheviyê.
Nirx:
Gava ku me dest bi xebata mexdûrên jin ên binpêkirina mafên mirovan kir, me fêm kir ku em nekarin bigihîjin armancên xwe bêyî ku em sedemên bingehîn ên newekhevî û binpêkirina mafên mirovan jî çareser bikin. Ji me re xuya bû ku em jî hewce ne ku doza dadmendî, berpirsiyarî û serweriya dadrêsê li Sûriyê bikin. Hem bi parêzvaniya li van deveran û hem jî bi piştgiriyek watedar ji kesên ku ji pevçûnê rizgar bûne re, em hêvî dikin ku pêş de biçin û civakek bi hêz ava bikin ku ji bo hemî endamên wê wekhevî û dadmendiyê dide pêş.
Malpera elektironî : start-point.org