Rêveberê/a MEAL
Armancên giştî:
Çavdêriya hemû çalakî û erkên MEAL û IM yên operasyona Reqayê;
Rêvekirin, şopandin û avakirina kapasîteya endamên MEAL-ê di warên teknîkî yên MEAL-ê de, tevî deverên bi piştgirîya taybetî ji proje û bernameyan re.;
Di bin pêşengiya Koordînatorê MEAL-ê de beşdarî navendkirin û hevrêzkirina amûr û pêvajoyên MEAL-ê li qada destwerdanê dike.
Piştgiriyek metodolojîk ji hemî tîmên bernameyê re li ser pirsên teknîkî yên ku bi MEAL-ê ve girêdayî ne peyda dike û mijarên hevgirtî yên wekî: sêwirana plansaziya M&E, berhevkirina daneya hejmarî û kalîte, pîvana nîşanan, mekanîzmaya bersivdayînê, analîzkirina zirarê û hwd.
Bi hevkariya Koordînatorê MEAL re, li kalîte û têkildariya çalakiyên çavdêrîkirin û nirxandina navxweyî, pêşniyar û analîzên ku ji hêla beşa wî/wê ve hatî çêkirin (lêkolîn, nexşe…) dinihêre.