Jinên Azad serdana Komeleya Civakî ya Efrînê kir
Şandeyek ji Weqfa Jinên Azad serdana navenda Komeleya Civakî ya Efrînê ya li bajarê Qamişlo kir û bi endamên meclîsa giştî ya komeleyê re hevdîtin pêk anî.
Di serdanê de li ser rewşa jinan a li herêma Efrînê û binpêkirinên li ser wan tên axaftin hatin kirin.