Komîteya Awareyên Serê Kanîyê seredana navenda Hevgirtina Efrînê ya Civakî dike

Komîteya Awareyên Serê Kanîyê seredana navenda Hevgirtina Efrînê ya Civakî dike

Komîteya Awareyên Serê Kanîyê seredana navenda Hevgirtina Efrînê ya Civakî li Qamişloyê dike.

Îroj, şandeka Komîteya Awareyên Serê Kanîyê, seredana Hevgirtina Efrînê ya Civakî kir, di nava şandeyê da, Mihemed Salih Etiye, Anahîta Sîno, Zehra Semio, Ciwan Îso û Azad Evdikê hazir bûn, rêveber û endamên hevgirtinê ji hêla xwe pêşwazî li wan kir.

Armanca seredanê pîrozkirina vekirina navenda Hevgirtina Efrînê ya Civakî bp her weha bilindkirina asta hevrêzkarîyê di nava her du alîyan da.

Di nava seredanê da, behsa êşên penaberên her du bajarên Efrîn û Serê Kanîyê hate kirin her weha guhertina demografîk ya ku li her du bajarn diqewime, li gel giringîya belgekirina binpêkirinên li her du bajarn û pêşkêşkirina wan bo alîyên pêwendîdar.

Di seredanê da, teqezî li ser giringîya hevkarîyê di nav her du alîyan da hate kirin her weha teqezî li ser giringîya karê rizgarkirina her du bajarn hate kirin da ku vegereka ewle bo xelkên deverê peyda be û rê li binpêkirin û guhertina demografîk were girtin.

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin