Çalakîya Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan
Bi boneya ragihandina roja cîhanî ya mafên mirovan, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, Navenda Aştî, Tora Aştiyê ya Jinan û Komeleya Şewişka çalakiyek li dar xist ku bi nîşandana du kurtefîlmên derbarê mafên mirovan de dest pê kir. Li ser binpêkirinên mafên mirovan li bakur-rojhilatê Sûriyê, bi taybetî li Efrîn û Serêkaniyê bû, û piştre jî civîneke diyalogê li dar xist û tê de behsa mafên mirovan bi şêweyên cuda kir. Rûniştina diyalogê bi amadebûna hejmarek ji nûnerên rêxistinên civaka sivîl, sendîka û kesên serbixwe, roja Yekşemê 12.12.2021, li baxçeyê xwendinê li bajarê Qamişlo birêve çû.