Rûniştinên malane yên Hişyarkirina ji COVID-19
Rêxistina Hulm ya Geşepêdanê bi hevkarîya li gel rêxistina PDC di kampanîya hişyarkirina ji metirsîyên vayrûsa Coronayê da berdewam e.
Pilana rêxistinê ya Mijdarê ew e rûniştinên malane li gundê El-Elî li Dêra Zorê, 15 rûniştinên hişyarkirina ji Vayrûsa Coronayê, şêwazên belavbûna vayrûsê, parastin her weha şîretên stendina vaksînê, dê werin lidarxistin.