Bidawîkirina perwerdeyên hişyarîkirinê yên (ber bi dayikbûneka baştir)

Bidawîkirina perwerdeyên hişyarîkirinê yên (ber bi dayikbûneka baştir)

Perwerdeyên hişyarîkirinê yên (ber bi dayikbûneka baştir) li Nexweşxaneya Danayê û Navenda Mextele ya tendirustîyê bi dawî bûn.

Di rûniştinên ku 5 hefteyan dewam kirin da, agahîyên giring bo jina ducanî hatin biparvekirin, ji bo piştgirîya wê da ku bi bawerî danûstendinê bi zaroka xwe re bike.

Ev agahî hişmendîya jinan ji alî zarokan ve bilind dike û wan ji nexweşî û metirsîyên pêşerojê diparêze. 

Rîm Yûsif, seroka beşa perîstarîyê li nexweşxaneya Danayê, ev perwerde par ve kir û got:

Me ev çalakî bo 10 jinan, du caran di hefteyê da, her rûniştinek saet û nîvekê dirêj kir, me tê da behsa miqatebûna li zarokê û paqijîya wê û xwarina wê kir.

Di rûniştina dawîn da, dîplomayên rêzdarîya li hazirîyê hatin belavkirin.

SAMS dixwaze hişyarîyê di nav dayikan da bi rêya van korsan li hin nexweşxaneyên din jî, belav bike.

 

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin