Bicihanîna Kampanîyekê bo parastina ji COVID-19 li Ezazê

Bicihanîna Kampanîyekê bo parastina ji COVID-19 li Ezazê

Di nava kampanîyê de:

Pênasekirina COVID-19yê:

Vayrûsa Koronayê di sala 2019an de li Çînê derket û di adara 2020an de, WHO ragihandin ku COVID-19 pendemîk e.

Çawa Belav dibe?

Li gor datayan, vayrûs bi awayekî sereke bi rêya danûstendina nêzîk, ji 2 mitran kêmtir, bi rêya pişkîn an kuxik an henase û axaftina kesê nexweş.

Dibe ku bi rêya ba jî ev vayrûs bigihê mirov her weha dibe bi rêya destdanîna ser deverekê ku vayrûs li ser be paşê destdanîna ser çav, dev an bêvilê, lê ev ne ji nav awayên belavbûnê yên sereke ye.

Semptomên Vayrûsa Koronayê Çi Ne?

Semptomên sivik û yên giran hene. Hin kes hene tişt li wan xuya nake, lê semptomên herî belav; ta, kuxik û westan e.

Her weha, hin kes acizîyê ji êşa laş, bihinçikandin, kulbûna qirikê, êşa serî, ya singe û windakirina bihin û tame.

Çawa mirov dikare xwe biparêze?

Birêveberîya Xwarinê û Dermanan ya Amerîkî FDA doza bikaranîna awarte ya vaksînan li Amerîkayê kir. Her weha li ser bikaranîna Pfizer Biontech yê ku bi nave Comirnaty yê naskirin, erê kir. Ev vaksîn bo kesên zêdeyî 16 salan in.

Çawa dikarim xwe biparêzim?

Eger te vaksîn negirtibe, van gavan bi cih bîne:

  • Du mitran di nav xwe û kesên li dora xwe bihêle, ji bilî malbatê.
  • Dûrî kombûyînan û deverên teng be.
  • Destên xwe bi av û sabûnê bo 20 saniyeyan bişo.
  • Mask li xwe bike, nemaze gava tu nikaribî xwe dûr bixî.
  • Kilênêksê bide ber devê xwe û bêvila xwe dema bikuxî an bipişkî, kilênêksê biavêje û di cih da destên xwe bişo.
  • Derdora xwe paqij bike.
  • Eger pirsgirêkên te yên tendirustî hebin, pirsa pizîşkê xwe bo xweparastinê bike.

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin