Kampanîyeka Xwebexş bo sê rojan
Bi hevkarîya li gel Ofîsa Karûbarên Kampan û Penaberan û alîkarîya Rêxisyina Hevbendîya olan, Komeleya Diyarê roja çarşemê 10.11.2021ê kampanîyeka xwebexş bo sê rojan bi rê ve bir, tê da ev çalakî hatin kirin:
Çalakîya Yekem: Paqijkirina hundir û derdora Kampa Rebîayê
Çalakîya Duyem: Semînereka hişyarîkirinê li Kampa Rebîayê bo rêgirtina li pêş belavbûna nexweşîyan (Korona, Laşmanîya) li gel belavkirina proşorên sedem û şêwazên belavbûna van nexweşîyan
Çalakîya Sêyem: Belavkirina maskan bo malbatan.
Sibe jî çalakî li kampa Herqele û roja şemîyê li kampa Mezyûna, berdewam dikin.