Korala Henînê .. Dermanê Êşên Xerîbîyê

Korala Henînê .. Dermanê Êşên Xerîbîyê

Dema ku Gotina Henîn li xerîbîyê dibihîzî, bêrîkirina welat, malbat û her tiştên bedew ku te li welatê xwe hiştiye, tên bîra te.

Da ku em çîroka Henîn nas bikin, gerek e em vegerin rûpela (Hevdîtina Henînê ya Çandî, tê da hatiye gotin:

Henîn ji hêla xanim Recaa Benût û hejmareka jinên Sûrîyayî ve, di 22 şibata 2015an de li Entapê hatiye avakirin, cihekî civata Sûrîyayîyan bo gelek çalakîyên civakî û workşopan, her weha pêşkêşkirina piştgirîya derûnî û civakî bi rêya avakirina Korala jinan.

Piştî serkeftina Korala Henînê li Entapê, grûpeka din li Berlînê hate avakirin.

Paşê avakirina grûpan di 2018an da berdewam kir û Tora Korala Henînê hate avakirin, ji 11 grûpan pêk tê, li 6 dewletan belav e: Almanya, Turkya, Finland, Canada, America û Swedenê.

Grûp ji  170 jinê pêk tê û di sala 2018an de bi awayekî fermî di qanûna rêxistinên civaka sivîl li Berlîn bi navê Tora Korala Henînê hate tomarkirin.

Di hevpeyvîneka taybet da li gel Koralê, Recaa Benût behsa destpêka koralê kir û got: di sala 2015an de li Entapê min jinên Sûrîyayî nas kirin ku bi zorê ji deverên xwe hatine dûrxitsin, piranîya wan gelek zehmetî bi çavên xwe dîtine. Min xwest piçekî bi rêya civandina wan li wan sivik bikim. Paşê vegeriyam Akmanya da ku bi grûpeka jinên din ra kar bikim, paşê bi rêya têkilîyan grûpa Canada, ya Dortmond, Hambourg, Ausnabourg û Antakyayê hate avakirin.

Hun dikarin tecrubeya koralê bi rêya vê lînkê nas bikin:

https://www.haneenchoir.com

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin