Rûniştina Sêyem ya Foruma Dadmendîya Veguhêz ya Hevgirtina Malbatên Caesarê
Dayik Meryem Helaq û Xwişk Yasmîn Meşian, beûdarî rûniştina sêyem ya foruma dadmendîya veguhêz ya Hevgirtina Malbatên Caesarê dibin, Meryem Helaq di rûniştina yekem da, behsa mijarên: dadmendîya veguhêz, rastînî û destûrê kir.
Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, gengeşeyên li jêr serenava "Foruma Dadmendîya Veguhêz" li dar dixe, bo avakirina diyalogeka înteraktîv di nav pisporên navdewletî û alîyên çalak yên Sûrîyayê da, der barê dadmendîya veguhêz da.
Ev mijar dê di rûniştina duyem da, werin gengeşekirin:
- Axaftinek ji hêla Komîteya Destûrî ve der barê karê ku li ser doza girtî û windayan hatiye kirin da, Em di ku da şaş bûn?
- Cudakirina dosyayê ji rêya siyasî weke dosyayeka mirovî û çareserkirina demlidest li gor birayrên navdewletî yên têkildar.
- Çareserkirna dosyaya girtin û windakirina bizorê û avakirina desteyên serbixwe bo bicihanîna tedbîrên dadmendîya veguhêz.
- Dadmendîya nêzîk û ya dûr.
- Rêyay dadmendîya veguhêz bo bicihanîna razîmendîyê û mafên qurbanîyan, da ku ji qonaca şer ber bi aştîyê ve biçin.
Birêvebera Rûniştina Duyem: Nivîskar û Ragihêner Semîra El-misalme
Dîrok: 8ê mijdara 2021ê
Dem: 6ê êvarê bi dema Ewropayê, 7 bi dema Şamê
Hun dikarin bi rêya vê lînkê nave xwe tomar bikin https://bit.ly/3wjUKfs