Çalakvanên Minbicê: Em Destûrekê Dixwazin Tu Kesî Paşguh Nake û Dewleta Qanûnê Ava Dike

Çalakvanên Minbicê: Em Destûrekê Dixwazin Tu Kesî Paşguh Nake û Dewleta Qanûnê Ava Dike

Rêxistina Berçavê yekem diyalogên xwe der barê destûrê da, li Minbicê li dar xist. Tê da, hejmareka mezin ji mafnas, birêveberên civakî û berpirsên navxweyî hazir bûn.

Berî wê jî, Berçavê şeş rûniştinên xwe der barê zehmetîyên li pêş proseya destûrî û destûra herî baş bo Sûrîyayîyan li dar xistibû.

Di rûniştina yekem da, beşdaran behsa cudahîya di nabera tiştên "destûrî" û "demokratîk" da kirin, her weha gengeşe li ser jêderên hizirên destûrî jî hate kirin, mînak qezencgirtina ji qanûna navdewletî û tecrubeyên dewletên din.

Her weha, behsa mesleya "tiştê baş û pekan e were bicihanîn li Sûrîyayê" hate kirin, ku ne hemû destûrên cîhanî bi rewşa Sûrîyayê re diguncin. Destûra herî baş jî li gor haziran ew e ya ku dewleta qanûnê ava dike û nerînên hemû Sûrîyayîyan derdibire.

Haziran behsa "Nenavendîya" dewletê, sistema demokratîya pirreng û mafê jinê jî kir, li gel ku meseleya xapandina Sûrîyayîyan ji pêvajoya siyasî bi giştî û ya destûrî jî hatibû gengeşekirin.

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin