Destpêka Kongreya "Hevbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê" li Qamişloyê
Kongreyek bo zêdeyî sed rêxistinên sivîl, mirovî, mafnasî û lêkolînan, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, tê lidarxistin. Navê Hevbendîyê di nava kongreyê de bi her çar zimanên Erebî, Kurdî, Sûryanî û Îngilîzî hatiye nivîsîn.
Li ser platform birêvebirina kongreyê, rol li pênc rêxistinên desteya damezrêner, hatine belvkirin.
Gotara vekirina Kongreyê ji hêla Dr. Nasir Hec Mensûr û Alan Hesaf ve, birêveberê projeya Wîam di rêxistina DT da.
Di nava kongreyê de, rêbazê karê hevbendîyê hate belavkirin.
Hevbendî weke bersiveka pêdivîya rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bo yekkirina xebatên birêvebirina agahîyan û belavkirina wan e. her weha alîkarîya di warê hevrêzîyê de di nav çalakvanên civaka sivîl da ye, bi armanca avakirina civakeka sivîl a Sûrîyayî di çarçoveya navxweyî û neştîmanî da.