Malbatên Massar

  • Added
  • Corê rêxistinê : Komele
  • Sala damezrandinê :0001

Kî ne em

Em deyîk, bav, jin, mêr, keç, law, xwîșk û birayên kesên ku ji aliyê rêxistina Îslamî /ISIS/ hatine binçavkirin û wendakirina, em wek malbatatên wan li benda nûçeyekê ne ta çarenûsa wan ji me re were aşkerakirin.

Nêrîna me

Rastî û dadmendî ji girtiyê li bin destê Rêxistina îslamî û Malbatên wan

Stûbariya me

Piștgiriya malbatên kesên bi destê ISIS hatî wendakirin ta karibin rola xwe ya normal ji bo avakirina rigiha doza xwa ta bighên rastî û dadmendiyê.

Armancên me

Em ji bo yeknêrîna malbatên kesên wendabûyî li ser destê ISIS kar dikin, Ji bo avakirina doza hezkiriyên me yên binçavkirî dozeke mirovatî, mafdarî û rêzanî.

Em bi rêxistinên qurbaniyên din ên li Sûriyê re kar dikin, ji bo em bigihin asta veguhistina dadmendiyê da ku ev kiryarana dubare nebin û dawî li van siyasetên bêserûber ên bêsiza were.

Em ji bo vepirsîn û sizakirina kesên ku bûne sedema wendakirina hezkiriyên me li pêș dadmendiyê kar dikin.

Em ji bo aşkerekirina çarenûsa tevahiya kesên hatine wendakirin li ser destê ISIS kar dikin.

Nirxên me

Em wek jin û mêr ji bo her tiştê mirovî bi nirxên maf, xêrxwazî û dadmendiyê bawer.

Em di karê xwe de ji bo viyaneke pak dixebitin û vê yekê ji her kesî hêvî dikin.

Û em bi karê rasteqîn û zelal bawer in, û vê yekê ji bo her kesî hêvî dikin.

Em ji bo binçavkiriyên xwe li gor bingehên mirovî û belgeyên ji bo xêrxwaziya mirovan bi tevahî dixebitin.

Û ji bo girtî û binçavkiriyên xwe û her binçavkiriyan dixebitin, em binçavkiriyên xwe her dem û gav wek hemû binçavkiriyan dihesibînin û ji bo wan dixebitin.

Her wiha ji bo bîr û bawerî û karê xwe em ragihandina cîhanî ya mafên mirovî û yasaya navnetewî bingeh dibînin.

Em kar û nêrînên xwe yên ji bo binçavkiriyên xwe hildipesêrên mafdariyê ji bo rastî û sizakirinê.

Em bi rêya xwe bawer in ji bo vekirina rê li pêş rastiyê û hêja ne wê nas bikin, ji bo rê li pêş dadmendiyê ku hezkiriyên me hêjayê ne veke.Rêya ku nehêle ew werinjibîrkirin û paşguhkirin, her wiha em neyên piştlêdan û xapandin

Di derbarê Rêxistinê de

Em alîkariya mirovan û rêxistinê dikin ku hevûdu bibînin

Tevlî me bibin