Em malbatên Sûriyeyî ne ku daxwaza azadiya hemû kur û keçên welat dikin.
Bi sed hezaran Sûriyeyî girtî yan winda ne, ku piraniya wan di destê rejîma Sûriyê de ne. Ew kur û keçên me yên aştîxwaz, xwişk û bira, mêr û jinên me ne.
Helwesta me li dijî windakirina bi zorê û binçavkirina keyfî ji aliyê rejîma Sûriyê û hemû aliyên şer ve ye. Em dixwazin raya giştî ji bo pêkanîna daxwazên me zextê li hemû aliyan bikin.
Heta ku Sûriyeyiyên dawî azad nebe û neyê dîtin, tevgera me wê nesekine. Em ê tevgera xwe berfirehtir bikin û her malbateke ku kesek girtî yan jî wenda heye, ji hemû ol, baweriyên siyasî û etnîsîteyê ve bigre nava xwe.
Em tirsandin û gotin em dengê xwe nekin. Lê em ê bêdeng nebin. Em ji vê dinyaya neheq re diqîrin ku em hezkiriyên xwe paşde dixwazin.
Malpera elektironî : syrianfamilies.orgar